Li Harkova herêma Ukraynayê balafira eskerî ket û 22 kes mirin.
Di daxuyaniya Serwêsa Acîl a Ukraynayê da hat ragihandin ku balafira cureyê AN-26 a artêşa Ukraynayê nêzî balafirgeha eskerî ya li herêma Harkovê ket.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di balafirê da 28 kes hebûn, 22 kes mirin û 2 kes birîndar bûn û li 4 kesan jî digerin.
Hat ragihandin ku ekîbên serwêsa acîl şandin herêmê.
Hat ragihandin ku dê Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy sibê biçe herêmê.AA