Li Haîtiyê 17 mîsyonerên Amerîkî hatin revandin

Li gor agahiya saziya Christian Aid Ministriesê ya ku navenda wê Ohîo ye mîsyonerên ku li Haîtiyê êtîmxaneyek ava kiribûn dema vedigeriyan Amerîkayê hatin revandin.

Li Haîtiyê 17 mîsyonerên Amerîkî hatin revandin

 Li Haitiyê 17 mîsyonerên Amerîkî yên di nav da zarok jî hene ji hêla çeteyekê va hatin revandin.

Li gor agahiya saziya Christian Aid Ministriesê ya ku navenda wê Ohîo ye mîsyonerên ku li Haîtiyê êtîmxaneyek ava kiribûn dema vedigeriyan Amerîkayê hatin revandin.

Hat daxuyandin 17 kesên di nav da dîrektorê qadê yê mîsyonê jî heye li baregeha Wezareta Karên Derva diman.

Li Amerîkayê berdevkekî hikûmetê got haya wan ji revandinê heye û wiha axivî: "Refah û ewlehiya welatiyên Amerîkayê yên li dervayî welêt ji bo Wezareta Karên Derva wezîfeyeke girîng e."

Hat destnîşankirin revandina mirovan di heyama dawîn de zêde dibe û ew bi sedan dolaran bigire heta milyon dolarê fîdyeyê dixwazin.

Li gor rapora Ofîsa Entegreyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Haîtiyê ya ku meha çûyî hat weşandin di 8 mehên ewil ên sala 2021î da 328 kes hatin revandin. Di sala 2020 da tevahî 234 kes hatibûn revandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE