Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed bi topan êrîşî Zekuma gundê Hemayê kir, di êrîşê da 3 cotkar hatin kuştin.
Artêşa rejima Esed û komên terorîstên biyanî yên Îranê piştigriyê dide wan peymana Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adarê da îmze kiribûn binpê kirin û êrîşî gundê Zekumê kirin, di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.
AA