Li hember Serokê Venezuelayê Maduro êrîşa bibombe

Li hember Serokê Venezuelayê Maduro êrîşa bibombe hat kirin, tu tişt Maduro nehat lê 7 esker birîndar bûn

Li hember Serokê Venezuelayê Maduro êrîşa bibombe

Hat ragihandin dema Serokê Venezuelayê Nîcolas Maduro di merasimekê da diaxivî bi droneke bombebarkirî êrîşek hat kirin, lê Maduro birîndar nebû.

Li gor nûçeya BBCyê dema Maduro li paytext Caracasê di merasimekê da diaxivî bi droneke bombebarkirî êrîşek hat kirin.

Rayedaran daxuyand Maduro di êrîşê de birîndar nebû.

Wezîrê Ragihandinê Jorgî Rodrîguez daxuyand hedefa êrîşê Maduro bû û di êrîşê de 7 esker birîndar bûn.

Rodrîguez got di hilbijartina meha gulanê de Maduro bi ser ket û wiha axivî: "Piştî ku ew di hilbijartinê de têk çûn, careke din bi ser neketin."

Maduro piştî êrîşê ji bo gel axaftinek kir û wiha got: "Ev êrîş ji bo kuştina min bû. Îro li hember min suîkast kirin."

Maduo got delîlên heta niha hatine berhevkirin nîşan dide ku kesên "rastgir ên radîkal" ev êrîş kirine û eleqeya wan bi Bogota û Mîamiyê re heye.

Maduo got ji êrîşkaran hinek hatine girtin, lê der barê hurgiliyan de agahî neda.

Serokê Meclisa Neteweyî ya Venezuelayê Dîosdado Cabello jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got ev êrîşeke terorê ye û anî ziman kesên "rastgir ên radîkal" ên di hilbijartinê de têk çûn hewl didin tundiyê bidomînin."

Komeke ku ji xwe ra dibêje "Eskerên T-shirtan li xwe dikin" li ser Twîtterê gotin wan êrîş kiriye. Der barê vê rêxistina ku navê wê berê qet nehatiye bihîstin de tu agahî nehat bidestxistin.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2018, 14:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE