Li Herêma Kurdistanê xutbeya beşdarbûna hilbijartinê

Li mizgeftên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ew ê bangî gel bikin ku beşdarî hilbijartina giştî ya 30yê îlonê bibin.

Li Herêma Kurdistanê xutbeya beşdarbûna hilbijartinê

Li mizgeftên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ew ê bangî gel bikin ku beşdarî hilbijartina giştî ya 30yê îlonê bibin.

Komisyona Referandum û Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Karûbarên Dîn û Diyanetê ya Herêma Kurdistanê ji bo gel teşwîq bikin ku beşdarî hilbijartinê bibin li hewlêrê konferans dan melayên mizgeftan.

Piştîvan Sadiqê ku wekîltiya Serokatiya Karûbarên Dîn û Diyanetê dike di axaftina xwe da got, "Ji bo ku piraniya gel beşdarî hilbijartinê bibe tevkariya me jî hebe. Dibê em ji gelê Iraqê ra îsbat bikin ku baweriya me bi hilbijartin û demokrasiyê heye."

Sadiq bal kişand ser girîngiya xutbeya înê û got dibê ji cimaetê ra qala girîngiya hilbijartin û beşdarbûna hilbijartinê bikin.

Li Iraqê di hilbijartina giştî 12 gulanê da rêjeya beşdarbûnê ji sedî 45 bû.

Gelê Herêma Kurdistanê ji bo krîza aborî û siyasî ya ji sala 2014an vir da dewam dike partiyên li herêmê sûcdar dike. Hikûmet jî ji bo rêjeya beşdarbûnê zêde be bi taybetî di medyaya civakî da propagandayê dike ku hişmendî zêde be.

Di hilbijartina parlamenteriyê ya 21ê îlona 2013an da li Hewlêr, Silêmanî û Duhoka bajarên Herêma Kurdistanê rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 74 bû.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE