Li Efrînê hin kesên ku nasnameyên wan ne diyarin, darên zeytûnan jê dikin. Ev talankarî bi wêneyan hat qeydkirin. Gel di metirsiyê de ye û naxwazin ev talan bidome.
Li Herêma Efrînê ev çend rojin hin kes darên zeytûnan dibirin û dibin.
Lê ew kesên ku wan daran dibirin ne xwediyê daran in ne jî ji wê herêmê ne.
Talana wan kesên xerîb didome û zirar didin baxçeyên zaytûnan.
Gel jî di metirsiyê de ye û ji rêvebiran dixwazin ev talan û zirar bê sekinandin.