Li Herêma Efrînê xebatên ceyranê dewam dikin

Piştî navenda bajêr û Cindirêsê wê ceyrana 6 navçe û gundan bê kişandin

Li Herêma Efrînê xebatên ceyranê dewam dikin

Ceyrana navenda Efrînê û navçeya cindirêsê bi hevkariya Türkiye û sûriyê di demeke kurt de hat kişandin. niha jî dor hat ser xebatên li 6 navçe û gundên wan. xebatkar niha li navçeya şêranê dişixulin.

Ceyrana hemû xaniyên navenda Efrînê û navçeya Cindirêsê hat kişandin.

Niha jî dor hat ser ceyrana navçe û gundan.

Li navçeya Şêranê xebakarên ceyranê dest bi karê ceyranê kirin.

Him têlên ceyranê tên kişandin, him jî saetên malan pêve dikin.

Di demeke kurt de wê ceyrana 500 malî bê kişandin. Dûv re jî wê xebata ji bo malên din dest pê bike.

Niştecihên Şêranê ji ber hatina ceyranê kêfxweş in.

Li 5 navçeyên din jî wê heman xebat bên kirin û li gorî texmînan wê heta dawiya salê piraniya xebatan temam bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE