Li herêma Herekata Kaniya Aştiyê cara duyem e ku gel wê di nav aramî û ewlehiyê da rojiya xwe bigre

Li herêma Herekata Kaniya Aştiyê cara duyem e ku gel wê di nav aramî û ewlehiyê da rojiya xwe bigre

 Li navçeyên Til Ebyad û Resûleynê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hatin paqijkirin, gel cara duyem e ku meha remezanê di nav aramî û ewlehiyê da pêşwazî dike.

Gelek sivîlên ku rêxistina terorê ew ji cî û warên wan kirine, piştî herêm ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin ew sivîl cardin vegeriyan cî û warên bav û kalên xwe û kêfxweş in ku wê meha remezanê bi eqrebayên xwe ra derbas bikin.

Li navendên navçeyan seba amadehiyên paşîv û fitarê qerebalixî heye, ji aliyê din va jî xwediyên kargehan ji ber meha remezanê xebatên temîr û paqijiyê dikin.

Hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) jî li ser îhtimala ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîşî sivîlan bike, li têketin û derketinên navçeyan tevdîrên ewlehiyê zêde kirin.

Mecîd Bathawiyê Til Ebyadî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew wek Misilman li benda meha remezanê ne.

Bathawî diyar kir, piştî ku Til Ebyad ji terorê hat safîkirin, ew vegeriya mala xwe û wiha dewam kir, "Ev ê bibe remezana duyem ku em li mala xwe derbas dikin. Hemû eqrebayên me vegeriyan ser axa xwe û karê xwe. Em vê şabûnê bi hev ra dijîn."

Bathawî bangî bazirgan û karsazan kir ku seba feqîr û xizanan bihayan kêm bikin.

Dikandarê şêranî û pîdeyan Fahîd Marûk ku vegeriya navçeya Til Ebyadê diyar kir ku par di meha remezanê da wan xwe bi pê ra nedigihand û lewma jî wan îsal amadekariyên xwe pêşda kirin.

Marûk diyar kir ku îsal jî mîna salên berê ceyran û tûp pir biha ne, lêbelê alav pir in û wiha dewam kir, "Şêranî û pîdeyên me herî zêde di paşîvê da tên xwarin. Ji xeynî vê, em pakêtan amade dikin û ji eskerên me yên ku nobedê digirin ra jî dişînin."

Osman Eliyê penêrvan jî diyar kir ku piştî 5 salan ew vegeriya navçeya Til Ebyadê ku ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hat xilaskirin û ew ê remezana ewil digel malbata xwe derbas bike.

Elî diyar kir ku ew pêxwarinên taştê difiroşe û wiha dewam kir, "Gava ez vegeriyam ser axa xwe ez li heman pîşeya xwe vegeriyam. Ez pir kêfxweş im ku ez ê bi malbat û eqrebayên xwe ra meha remezanê derbas bikim."

Elî meha remezanê li hemû alema Îslamê pîroz kir û got ku ew hewl didin, berheman bi bihayekî guncan li kesên desteng bifiroşin da ku tu kes birçî nemîne.

Navçeyên Til Ebyad û Resuleynê 9ê Cotmeha 2019an bi Herekata Kaniya Aştiyê ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hatibûn paqijkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE