Li navçeyên Sûriyeyê Til Ebyad û Resûleynê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hatin paqijkirin, ji bo 45 hezar zarokên Sûriyeyî kampanyaya aşiya felcê dest pê kir.
Kampanyaya aşiyê ku bi alîkariya Navenda Alîkarî û Kordînasyona Sûriyeyê (SUDKOM) ya Walîtiya Şanliurfayê hat destpêkirin, dê bi beşdariya ekîbên tenduristiyê yên pispor bê cîbicîkirin.
Di encama xebata ku tê pêşbînîkirin dê mehekê bajo da armanc ew e ku rê li "felca zarokan" were girtin.
Berpirsê Karûbarên Tenduristiyê yê meclisa herêmî ya Resûleynê Ebdullah Osman daxuyanî da peyamnêrê AAyê û wiha got, "Tê plankirin ku ji navenda Til Ebyad, Resûleynê û her wiha gundewarên wê qedera 45 hezar zarok ji vê kampanyayê sûdê werbigirin."
Osman diyar kir ku ji xeynî navendên tenduristiyê, ekîbên mobîl jî dê beşdariya xebata aşîkirinê bikin û wiha dewam kir, "Em ê mal bi mal bigerin û hemû zarokan aşî bikin. Ez sipasiya hemû xebatkarên tenduristiyê yên beşdarê kampanyayê dikim û destxweşiyê li wan dikim."
AA