Li herêma kaniya aştiyê kelecana Kanoyê

Li Tel Abyada ku ji terorê hat paqijkirin pêşbaziyên kanoyê hatin kirin

Li herêma kaniya aştiyê kelecana Kanoyê

Li Herêma Kaniya Aştiyê Mîhrîcana Spora Kanoyê hat lidarxistin. ji Türkiyeyê jî sporvan tev li pêşbaziyan bûn. dîmenên rengîn derketin holê.

Li Herêma Kaniya Aştiyê, li Tel Abyada ku ji terorê hat paqijkirin, mîhrîcana spora kanoyê hat lidarxistin.

Walîtiya Rihayê jî pişt da pêşbaziyên li Gola Arûsê.

Sporvanên ji Türkiyeyê û ciwanên Sûriyeyî yên ku li Türkiyeyê fêrî spora kanoyê bûn, di mîhrîcanê de ketin pêşbaziyê.

Sporvanê ji pêşbaziyê;“ Ez ji sûriyeyê me. îro ez li welatê xwe tev li spora kanoyê bûm, ez nebûm yekemîn lê ez gelek kêfxweş im. 10 sal berê li qada şer tu tişt tune bû. lê em bi saya Türkiyeyê hatin tev li pêşbaziyan bûn. xwedê ji Türkiyeyê razî be, em gelek kêfxweş in.”

“ pêşbazî gelek baş derbas bû. em bi xwîşk û birayên xwe yên sûriyeyî re ketin pêşbaziyê. ez bûm duyemîn. baş derbas bû. ez hêvî dikim ku careke din pêşbazî bibin, bi qonaxeke bilindtir bibin.”

35 sporvan tev li pêşbaziya kanoyê bûn.

Zarokên Sûriyeyî û gelê Tel Abyadê bi kelecan pêşbazî temaşe kirin.

Ji bo sporvanên serkeftî xelat hatin dayîn û pêşbazî bi dawî bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE