Li navçeya Resuleynê ya li bakurê Sûriyeyê ya li herêma Kaniya Aştiyê eskerên Artêşa Sûriyeyê (ASA) rê li ber endamên YPG/PKKya rêxistina terorê girtin ku ew derbasî navçeyê bibin.
Li gor agahiya Tumena Hemzeyê ya girêday ASAyê terorîstên li rojhilatê Çemê Feratê duh şev dereng hewl dan ku ji gundê El Qasimiyeyê derbasî Resûleynê bibin.
Di navbera eskerên ASAyê û terorîstan da pevçûn derket û rê li ber wan hat girtin.
Di pevçûnê da tu kes nemir.
YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmên Eyn Îsa û Til Temirê yên ku dagir kiriye gelek caran êrîşî herêmên Resuleyn û Til Ebyadê dike.
Tirkiyeyê di çarçoveya Hereketa Kaniya Aştiyê da navenda Resûleynê di 12ê Cotmeha 2019an da ji destê terorîstên YPG/PKKyê xelas kiribû.
AA