Li Herêma Kaniya Aştiyê xizmeta diyalîz û tedawiya fizîkî

Li Tel Abyada navçeya Sûriyeyê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji rêxistina terorê hat rizgarkirin di qada diyalîz û tedawiya fizîkî da xizmet tê dayîn.

Walîtiya Rihayê daxuyanî da û ragihand ku Navenda Koordînasyon û Piştevaniya Sûriyeyê ya Walîtiya Rihayê (SUDKOM) li navçeya Tel Abyadê kar û xebatan bênavber didomîne.

Hat gotin ku di vê çarçoveyê da piştî xebatên çêkirin û temîrkirinê Nexweşxaneya Tel Abyadê dest bi xizmetê kir û bi saya alîkariya Social Development Înternational (SDÎ), Saziya Alîkariya Mirovahî û Yekîtiya Saziyên Alîkarê va li heman nexweşxaneyê Beşa Tedawiya Fizîkî û Navenda Diyalîzê hatin vekirin.

Waliyê Rihayê Abdullah Erîn got ku bi saya projeyên ku wî pêşkêşî saziyên alîkariyê yên navneteweyî kir li Nexweşxaneya Tel Abyadê ev herdu beş hatin vekirin û wê di carekê da bikaribin li wê derê 20 nexweşî tedawî bikin.

Li navenda bi saya kar û xebatên SUDKOMê temam bû doxtor û xebatkarên tenduristiyê yên Sûriyeyî xizmetê didin şêniyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE