Li Herêma Kurdistanê 52 kesên çûn dawetê bi vîrusa koronayê ketin

Li Duhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê piştî xwarina dawetekê di 52 kesan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê 52 kesên çûn dawetê bi vîrusa koronayê ketin

Li Duhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê piştî xwarina dawetekê di 52 kesan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tespîtkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jê 3 zarok tevahî 52 kesên li Duhokê çûn dawetekê û xurek xwarin bi vîrusa koronayê ketin.

Li gor daneyên dawîn ên hikûmeta HKIyê parve kir li welêt 4 kesên din jî ji ber vîrusê mirin û di 104 kesan da jî vîrus hat tespîtkirin.

- Li HKIyê piştî pêvajoyeke asayî pêla duyem çêbû

Ji ber ku kesên nû nemirin û wek ku şewb ji holê rabûye waqieyên nû çênebûn Rêvebiriya Hewlêrê di 11 gulanê da daxuyand bi awayekî tevdîr jiyan dikare wek berê normal bê meşandin. Biryar hat dayîn ku mizgeft, market û xwaringeh cardin bên vekirin.

Lê piştî vê hejmara kesên ji ber şewbê mirin ji 4an derkete 14an. Beriya rewşa normalbûnê hejmara kesên bi vîrusê ketibûn jî 400 bû, lê bû du qat û derkete 849an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE