Li Herêma Kurdistanê hevdîtinên koalîsyonê destpê kirin

Ji Partiya Demokrat a Kurdistanê heyeteke payebilind li bajarê Silêmaniyê YNKê û Tevgera Goran ziyaret kir

Li Herêma Kurdistanê hevdîtinên koalîsyonê destpê kirin

PDKya bin serokatiya Mesûd Barzanî de ji bo hevkariya hikûmetê pêşî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re hevdîtin kir. Ji PDKê heyeteke payebilind hat bajarê Silêmaniyê û bi rayedarên YNKyî re hevdîtin kirin.

Berdevkên polîtburoyên her du partiyan piştî civînê civîna çapemeniyê ya hevpar kirin. Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed got ku ji bo koalîsyonê bi YNKyiyan re nêrînên xwe bi hev re parve kirin û fikrên wan gelekî nêzî hev in.

Mihemed got pêş dibînin ku piştî çend hevdîtinan ji bo ku hikûmeta koalîsyonê bê avakirin bigihêjin encameke nihaî.

Mihemed qal kir ku dê hemû aliyên dixwazin ku di koalîsyonê de cî bigirin ziyaret bikin û da zanîn ku divê êdî her kes bi awayekî eşkere diyar bike dixwaze ka di îqtidarê de be yan mixalefetê de.

Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre jî diyar kir ku bi PDKê re ji bo hemû partiyên siyasî yên dixwazin ku di koalîsyonê de cî bigirin deriyên wan vekirî ne û yên ku dê di eniya mixalefetê de bimînn jî bila girêdayî van prensîban bimînin û dijminane tevnegerin.

Rojnamevanan pirsîn ku YNK dê di hikûmeta nû de bibe xwedî kîjan wezaretan, Pîre jî li ser vê got ku "Me hê li serê hevdîtin nekir ka dê kîjan wezaret di destê kî de be lêbelê em ê li ser esasa hevkariyeke rastîn bixebitin. Hevkarî ango bi hev re biryardayîn."

- Hevdîtina bi Goran re

Heyeta PDKê li bajarê Silêmaniyê paşê bi Tevgera Goran ziyaret kir.

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî di civîna çapemeniyê ya ku piştî hevdîtinê hat lidarxistin de got ku bi heyeta PDKê re bi

awayekî berfireh li serê sekînin ka dê hikûmet çawa bê avakirin.

Hecî got ku "PDK dixwaze ku Goran di hikûmetê de cî bigire. Armanca me ew e ku em bi awayekî ku xizmetî berjewendiyên HKIyê bike di encama civînan de bigihêjin encamekî."

- Avakirina hikûmetê

Li HKIyê di hilbijartinên giştî yên ku di 30yê îlonê de hatin kirin de PDKê 45, YNKê 21, Tevgera Goran 12, Tevgera Nifşa Nû 8, Komelê 7, Koalîsyona Ber bi Islahê ve ya ku ji Yekgirtu û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ava kirin 5, lîsteyên Azadî û Modern jî parlementerek derxistibûn. Li parlementoya HKIyê pergala kotayê heye û ji bo Tirkmenan 5 ji bo xiristiyanan jî 6 parlementerî tê veqetandin.

Ji bo ku hikûmeta nû bê avakirin divê piştgiriya piraniya parlementoyê bê bidestxistin. Ji ber ku di encama hilbijartinê de tu partiyê nekarî ku tenê serê xwe bikare hikûmetê ava bike hikûmet ji koalîsyonê re dimîne.

Yekgirtu û Tevgera Nifşa Nû beriya hevdîtinên koalîsyonê gotibûn ku dê di mixalefetê de bimînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2018, 09:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE