Li Herêma Kurdistanê serokê partiya mixalefetê hat girtin

Li Herêma Kurdistana Iraqê serokê Tevgera Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd hat girtin.

Li Herêma Kurdistanê serokê partiya mixalefetê hat girtin

Li Herêma Kurdistana Iraqê serokê Tevgera Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd hat girtin.

Li gorî nûçeya organa weşanê ya Tevgera Nifşa Nû NRT TVyê, li ser biryara Dadgeha Silêmaniyê, Ebdulwahîd hat girtin.

Ebdulwahîd berî ku bikeve salona dadgehê daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, "Em rêzê nîşanî qanûnan didin û diçin dadgehê. Em ji xwe nakevin şik û gumanê û me qanûn binpê nekirine. Di rêya ku me daye ser da girtin, êşkence û mirin jî heye."

Şasiwar Ebdulwahîd 20 sibatê di peyama xwe ya li ser medyaya civakî da gef li berpirsên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) xwaribû û îdia kiribû ku kurên avakarê YNKyê Celal Talabanî ku di 3yê Cotmeha 2017an da çû ber rehmê, dê rojekê li Silêmaniyê bên dardakirin.

Li Herêma Kurdistanê di hilbijartinên 30ê îlonê da Tevgera Nifşa Nû heşt parlamenter derxistibûn û bûbû partiya çaremîn.

Ebdulwahîd diyar kiribû ku ew ê beşdarî hikûmeta hevpeymaniyê ku hê jî nehatiye damezirandin, nebin û ew ê wekî mixalefet berdewam bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE