Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo hilbijartina parlamenteran dengdayînê dest pê kir.
Li bajarê Hewlêr, Silêmaniye, Duhok û Helebçeyê hilbijêr serê sibê çûn li ser sandoqan ku dengên xwe bidin.
Komîsyona Referandum û Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya HKIyê daxuyand dengdayîn wê bi saeta herêmî di saet 08.00an da dest pê bike û wê 18.00an da biqede.
Sîstema elektronîk ya ku di hilbijartinên giştî yên Iraqê da ji bo hilbijartina dengan hat bikaranîn û bû sedema niqaş û qeyranê wê di vê hilbijartinê da neyê bikaranîn.
29 partî û koalîsyon beşdarî hilbijartinê bûn, 111 parlamenterên meclisê wê bên hilbijartin.
Nifûsa welêt hema hema 5 milyon e, ji vê 3 milyon kes hilbijêr in.
Hilbijêrên qeyda wan heye wê dengên xwe bidin.
AA