Li herêma Luhanska Ukraynayê şopên şer

Tryohîzbenkaya ku bi qasî 60 kîlometreyî dûrî navenda herêmê ye, di roja duyemîn a şerê ku 24ê Sibatê dest pê kir da bi destê artêşa Rûs û cudaxwazên li Luhanskê hat bidestxistin.

Li herêma Luhanska Ukraynayê şopên şer

 Li gundê Tryohîzbenkayê yê li herêma Luhanska Ukraynayê yê di bin kontrola artêşa Rûsyayê da şopên şerê Rûsya-Ukraynayê hene.

Tryohîzbenkaya ku bi qasî 60 kîlometreyî dûrî navenda herêmê ye, di roja duyemîn a şerê ku 24ê Sibatê dest pê kir da bi destê artêşa Rûs û cudaxwazên li Luhanskê hat bidestxistin.

Li gundê ku nifûsê wê bi qasî 3 hezar kesî ye, di şer û pevçûnan da xesar gihîşt pire û binesaziyan.

Gund piştî pevçûnan ket ber krîza însanî.

Li gund çeperên ji eskerên Ukraynayê mayî hene. Her wisa di çeperan da jî muhimat û belgeyên artêşa Ukraynayê dixuyên.

Techîzatê eskerî yê artêşa Ukraynayê yê ku di şer da ji hêla hêzên ekserî yên Rûs hatine bidestxistin, bo herêma Luhanskê tê veguhestin.

Di nava çekên navborî da ji xeynî wesayîtên zirxî yên cuda cuda, tank, roketavêjên pirserî û dijetank hene.

Tê diyarkirin, çekên ku dixebitin dê bo qaşo rêveberiya cudaxwaz a li Luhanskê ya Rûsya li piştê ye, werin radestkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE