"Li herêma me zêdekirina eskerên Amerîkayê zehf xeternak e"

Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê got biryara Amerîkayê ya şandina eskeran ji bo herêmê xeternak e...

"Li herêma me zêdekirina eskerên Amerîkayê zehf xeternak e"

Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê got biryara Amerîkayê ya şandina eskeran ji bo herêmê xeternak e.

Piştî temasên fermî yên li Pakistanê beriya ji Îslamabadê vegerê Tehranê Zerîf daxuyanî da ÎRNAya ajansa xeberan a fermî ya Îranê û got, "Li herêma me zêdekirina eskerên Amerîkayê zehf xeternak e. Dibê li dijî vê rewşa ewlehî û herêma navneteweyî tehdîd dike derkevin."

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê duh diyar kiribû tesdîq kir ku hezar û 500 eskerên din jî bişînin Rojhilata Navîn.

Beriya ku Turmp vê eşkere bike di medyaya Amerîakyê da hatibû gotin ku Trump ji bo şadina eskeran biryar da û ji bo vê biryara xwe jî agahî da Kongreyê.

Rêveberiya Washîngtonê 2 hefte berê ji ber tehdîdên dibe ku ji Îranê werin wekî tevdîr USS Abraham Lincolna Keştiya Teyareyan, 4 teyareyên bombebaranê yên bi kapasîteya nukleerê û Hêza Wezîfeya Bombebaranê sewqî Kendava Besrayê kiribû.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE