Li herêma Mertalê Feratê hewla bazirganiyê

Li Çobanbeyê avahiya gumrik û odeya bazirganiyê ket xizmetê...

Li herêma Mertalê Feratê hewla bazirganiyê

Ji ser Operasyona Mertalê Feratê 4 sal derbas bûn. Li Suriyeyê li herêmên ku di bin kontrola Türkiyeyê de ne jiyan her roj baştir dibe. Li Çobanbeyê avahiya gumrikê, meclîsa mehelî û odeya bazirganiyê vebû.

Li Suriye, li herêmên ku Artêşa Türkiyeyê ji rêxistina terorî DEAŞ û YPG’ê rizkar kirin aramî û ewlehî heye.

Ji bo pêşketina aboriyê gavên girîng hatin avêtin.

Di navbera Elbeylî û Raî yê de deriyê sînorê ê gumrikê Çobanbey ket rewacê.

Derketin û têketina welêt êdî bi pasaportê tê kirin.

Ji bo li herêma ewle bazirganî geş bibe li Çobanbeyê di 4.emîn salvegera mertalê feratê de 3 avahiyên taybet ketin xizmetê.

Ji bo vekirina avahiya gumrikê û odeya bazirganiyê merasîm hat lidarxistin.

Waliyê Kilisê Recep Soyturk, Midûrê Giştî yê Deîreya Sûriyê ya Wezareta Karên Derve Selçuk Ünal, Midûrê Giştî yê Gumrikê Mustafa Gümüş, Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Abdurrahman Mustafa û Serokê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê Nasir El Herîrî beşdarî merasîmê bûn.

Midûrê Giştî yê Gumrikê Mustafa Gümüş got: Ji bo cotkarên Suriyeyê karibin dexlên xwe yên zêde bifroşin em li gumrikan bacê nagrin.

Meclîsa mehelî ya Çobanbeyê jî li avahiya xwe ya nû dest bi xizmetê kir.

Li baxçeyê gumrika Çobanbeyê ji bo nîşana biratiya Ereb, Kurd û Tirkmenan darên zeytûnan hatin danîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE