Meqamên Erebistana Siûdî ji ber vîrusa korona yê ya nû (Kovîd-19) nimêjkirina li Herêma Şerîf a li Mekeyê û Mescida Nebewî ya li Medîneyê qedexe kirin.
Hanî Heyderê Berdevkê Giştî yê Karûbarên Heremeynê daxuyanî da ajansa xeberan a fermî ya welêt û diyar kir ku saziyên ewlehî û tenduristiyê ji bo parastina ji Kovîd-19ê hin tevdîr hildan.
Heyder destnîşan kir ku li gor vê nimêjkirin û sekinîna li Herêma Şerîf û Mescida Nebewî hat qedexekirin, ji her kesî xwest ku bira guh bidin telîmatan.
Li welêt di çarçoveya tevdîrên dijî Kovîd-19ê da roja sêşemê biryar hatibû dayîn ku xêncî Kebe û Mescida Nebewî li mizgeftên li welêt nimêja înê û nimêjên wextan bi cimaetî neyên kirin.
Herî dawîn hatibû eşkerekirin ku li welêt hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin derkete 274an.AA