Li Hewlerê şeva "Mîrac"ê hat îdraqkirin

Ji bo şeva Mîracê li Mizgefta Savafê bernameyek hat lidarxistin.

Li Hewlerê şeva "Mîrac"ê hat îdraqkirin

Şeva Mîracê ya ku di alema Îslamê da "derketina hizûra Xwedê û ji gunehan paqijbûn" tê qebûlkirin li Hewlêra bajarê Iraqê hat îdraqkirin. 

Ji bo şeva Mîracê li Mizgefta Savafê bernameyek hat lidarxistin.

Welatiyan aleqeyeke mezin nîşanî bernameyê da.

Bername bi xwendina Qûr'ana Pîroz dest pê kir û piştra mewlûd hat xwendin û welatiyan dia kirin. 

Di bernameyê da Xetîbê Mizgefta Kocatepeyê yê Enqereyê Îsmaîl Coşar jî lawij gotin. 

Serkonsolosê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay, Alîkarê Serokê Meclisa Iraqê Beşîr Xelîl Hedad, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, Parlamenterên Tirkmen Aydin Marufê û Mihemmed Îlhanlî û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. 

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE