Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê amadehiyên ji bona Eyda Qurbanê dewam dikin.
Li bazarên heywanan yên li Hewlêrê hatine vekirin di serî da Sûriye dewar û pezên ji Îran, Gurcistan, Hindistan û gelek dewletên curbecur anîne tên firotin.
Tehsîn Hamadamînê li bazara heywanan heywanên xwe difiriroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir gorî sala par ji bona Eyda Qurbanê kirîna heywanan kêm e.
---DÎMEN---
Hamadamîn destnîşan kir li bazarê hejmara dewar û pêz zêde ye û wiha got: "Kirîdar kêm in, lê di rojên pêş da dibe ku zêde bibe."
Gazî Kapanê gelek pez û dewar aniye bazarê diyar kir gorî salên berê bihayê heywanan kêm e û wiha got: "Pêz bi texmînî bi 200 dolarî û dewar jî bi hezar û 200 dolarî tên firotin."
AA