Li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê di Bazara Qeyseriyê ya ku dema Osmaniyan de hatiye çêkirin û tê de 600 kargeh hene şewat derket, hin kargehan xisar dît.
Li gor agahiyan di Bazara Qeyseriyê de ji ber sedemeke hê nediyar şewat derket.
Tîmên agirkûj hewl dan ku şewat bitemire.
Ji ber ku dikan girtîbûn di şewatê de tu kes nemir an jî birîndar nebû, lê zirara madî çêbû.
Bazara Qeyseriyê xwedî dîrokeke 200 salî ye û li Hewlêrê cihekî navdar e.
AA