Li Hewlêrê di lehiyê da 8 kes mirin

Li Hewlêrê di lehiyê da 8 kes mirin

Li Hewlêra bajarê Iraqê ji ber lehiyê li gor tesbîtên ewil 8 kes mirin.

Omîd Xoşnavê Waliyê Hewlêrê daxuyanî da çapemeniya herêmî û diyar kir ku ji ber barana ji duh pê va dibare li gelek herêm û taxên bajêr lehî rabû.

Xoşnav got li gor tesbîtên ewil ji ber lehiyê 8 kesên di nav da jin û zarok jî hene mirin.

Walî Xoşnav destnîşan kir ku dema welatî di xewê da bûn avê da ser malên wan, ji ber vê hejmara miriyan zêde ye, niha rewş di bin kontrolê da ye.

Star Axa Omerê Midûrê Quştepeya Bajaroka Hewlêrê jî got ku 100 xanî û 60 dikan di binê avê da man, 200 wesayît hema bêje bûn xurde.

Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî di daxuyaniyê da ji bo miriyan serxweşî da. Barzanî telîmat da ku bi lez alîkariyê bigihînin gelê ji ber lehiyê zirar dît.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE