Li Hewlêrê di êrîşa ÎHAyê da 3 kes birîndar bûn

Li Hewlêrê di êrîşa ÎHAyê da 3 kes birîndar bûn

Li Hewlêrê li rêya Hewlêr-Pirmamê da ji ber êrîşa ÎHAyê 3 sivîl birîndar bûn. 

Lawk Xafuriyê Berpirsê  Têkiliyên Çapemeniya Derva yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) der barê mijarê da ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam parve kir. 

Xafurî di peyama xwe da ragihand ku li rêya Hewlêr-Pirmamê da êvarê saet 21.30î da bi droneyê (ÎHA) êrîş hat kirin, ji ber êrîşê 3 sivîl birîndar bûn û gelek wesayîtên sivîl xisar dîtin. 

Di nûçeya "Kurdistan 24" a saziya weşanê ya ku navenda wê Hewlêr e da hatibû diyarkirin ku di navbera rêya Hewlêr-Pirmamê da teqîn çêbû û ji ber teqînê çend wesayîtên hawirdor xisar dîtin.

Di xeberê da hatibû gotin ku hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û der barê sedema teqînê da lêpirsîn dan destpêkirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE