Li Hewlêrê gel dev ji dezgehên dowîzan ên seyar bernade

Li Herêma Kurdistana Iraqê ji bilî dînarê Iraqê dolarê Amerîkayê jî di dan û stendinê da tê bikaranîn.

Li Hewlêrê gel dev ji dezgehên dowîzan ên seyar bernade

Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê gelek kargehên dowîzan hatine vekirin, lê dîsa jî gel dev ji edetên xwe yên berê bernade û diçe pereyên xwe li ser dezgehên dowîzan ên li devê rê tên vekirin hûr dike.

Li Herêma Kurdistana Iraqê ji bilî dînarê Iraqê dolarê Amerîkayê jî di dan û stendinê da tê bikaranîn.

Kesên bi karê kirîn û firotina dowîzan ra eleqedar in li der û dora Çarşiya Qeyseriyê ya di heyama Osmaniyan da hatiye çêkirin dezgehên xwe kêleka dezgehên sebze û fêkî tên firotin vedikin.

Welatî bi salane diçin ser van dezgehên seyar û pereyên xwe hûr dikin ku ev dezgeh gelekî bala turîstan dikşînin.

 "Ji bo pereyên sexte em baldar in"

Helgurd Ehmedê li nêzîkî Midûriya Trafîkê ya Hewlêrê dezgehê xwe vedike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 4 sal e ew vî karî dike û wiha axivî: "Her kes bi berpirsyarî tevdigere. Ji bo pereyên sexte em hemû baldar in. Bi saya komên Vîberê jî haya me ji borsayê çêdibe."

 Li devê rê wêne û fotokopî tên kişandin

Ji bilî dezgehên dowîzan li devê rê hin kes jî wêneyan û fotokopiyê dikşînin.

Salim Ehmedê vî karî dike jî got hewcedariya kesên diçin midûriya trafîkê bi fotokopî û wêneyan çêdibe û wiha axivî: "Hin caran ceyran diçe em pirsgirêkê dijîn. Hewcedariya makîneyan bi şarjê çêdibe. Heta ku em ji peyarêyan derbas nebin şaredarî qarîşî me nabe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE