Li Hewlêrê ji ber bahoza qûmê 222 kes çûn nexweşxaneyan

Li Hewlêrê ji ber bahoza qûmê 222 kes çûn nexweşxaneyan

Li Hewlêra bajarê Iraqê ji ber bahoza qûmê ji duh va 222 kes ji ber bêhnçikandinê çûn nexweşxaneyan.

Toz û xubara ku li gelek bajarên Iraqê rabû, bû sedema tengasiyê.

Ji ber bahoza qûmê di trafîkê da mesafeya dîtinê kêm bû, gelek kes jî ji ber bêhnçikînê çûn nexweşxaneyan.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Tenduristiyê ya Hewlêrê hat dayîn, ji ber ewrên xubarê li Hewlêrê ji duh va 222 kes çûn servîsên acilê yên nexweşxaneyan.

Ji ber ku mesafeya dîtinê kêm bû, duh jî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê rabûn û danîna balafiran berwext dabûn sekinandin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE