Li Hewlêrê ji ber tevdîrên Kovîd-19ê eleqeya ser biskilêtan zêde bû

Binesazî û rêyên bajêr ji bo bikaranîna bisiklêtan rewa nînin lê digel vê kesên ji bo cihên nêz bisiklêtê bikartînin dema derketina derva serbest dibe di şûna seyareyê da li bisiklêtê siwar dibin. Welatî di demên serbest da bi bisiklêtê diçin û lazmatiyên malê dikirin û vedigerin.

Li Hewlêrê ji ber tevdîrên Kovîd-19ê eleqeya ser biskilêtan zêde bû

 Li bajarê Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronaya tîpa nû (Kovîd-19) da derketina derva û bikaranîna wesayîtan hatiye sînordarkirin welatiyan berê xwe dan ser bisiklêtan.

Binesazî û rêyên bajêr ji bo bikaranîna bisiklêtan rewa nînin lê digel vê kesên ji bo cihên nêz bisiklêtê bikartînin dema derketina derva serbest dibe di şûna seyareyê da li bisiklêtê siwar dibin. Welatî di demên serbest da bi bisiklêtê diçin û lazmatiyên malê dikirin û vedigerin.

Qedîr Tahir Mistefayê ku li sûka bisiklêtan a Hewlêrê esnaf e daxuyanî da û got ku bi saya tevdîrên ji ber şewbê welatiyan di şûna erebeyan da berê xwe dan bisiklêtan û ev yek jî eleqeya li ser biskilêtan zêde kir.

Mistefa destnîşan kir li sûkê ji bo her lazmatiyê biskilêt hene û niha got ku lê welatî herî zêde bisiklêtên erzan ên berê li Almanya û Hollandayê hatine bikaranîn û ketine bazara Hewlêrê dikirin. 

Mistefa ragihand ku beriya şewba Kovîd-19ê karê wan pir zêde nebû û wiha dewam kir: "2 meh beriya şewbê min rojê kêm zêde 10 biskilêt difirot lê niha ev bi qasî 50yî ye. Welatî him ji bo helkirina karê xwe û him jî ji bo siheta xwe bisiklêtê bi kar tînin." 

Berdevkê Komeleya Dostê Hawirdor û Parastinê yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Hindirîn Şêx Raxib jî got ku bi saya tevdîrên ji ber Kovîd-19ê gemara dor û berê bajêr kêm bû û ji ber neşixulandina erebeyan jî hewaya bajêr paqij dimîne.

Raxib destnîşan kir ku şêniyên bajêr heke bikaranîna bisiklêtan bidomînin ev yek wê bi kêrî paqijiya hewa û hawirdora bajêr bê û wiha pê da çû: "Em dixwazin ku di jiyana rojane ya piştî şewbê da jî biskilêt hebe û kêm be jî cihê wesayîtan bigire."

Di axaftina xwe da Raxib ji rêveberiya HKIyê jî xwest ku bila ew binesaziya bajêr çêtir bikin û ji bo bisiklêtan jî rêyan eyar bikin.

Li HKIyê ji ber şewba Kovîd-19ê di 4ê Nîsanê da sînordarkirina derketina derva hatibû îlankirin û biryar heta 1ê Gulanê hat dirêjkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE