Li Hewlêrê liv û tevgera remezanê

Esnafên Hewlêrê dibêjin îsal di meha remezanê de kar û bar zêde çênabe

Li Hewlêrê liv û tevgera remezanê

Li Herêma Kurdistana Iraqê meha remezanê di nav hizûr û aramiyê de derbas dibe. Esnafên Hewlêrê dibêjin îsal tiştek zêdetir biha nebû. Lê dîsa jî zêde nehatin firotin.

Li Herêma Kurdistana Iraqê meha remezanê di nav hizûr û aramiyê de derbas dibe.

Ev der ji sûkeke herî qelebalix a Hewlêrê ye.

Her sal di meha remezanê de ev sûk pirr qelebalix bû lê îsal weke berê nîne.

Esnafên sûk û çarşiyê dibêjin fiyetên tiştan zêde nebûye lê dîsa jî kes weke berê tiştan nastîne.

Esnaf dibêjin firotina me ya beriya remezanê û di remezanê de heman e û di navbera wan de tu ferq çê nebûye.

Li Hewlêrê esnafên sûk û bazarê hêvî dikin dîsa danûstendin zêde bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE