Li Hewlêrê operasyonên li dijî pereyên sexte

Li Hewlêrê di hefteyekê de ji ber sextekariyê 10 kes hatin binçavkirin...

Li Hewlêrê operasyonên li dijî pereyên sexte

Polîsê Hewlêrê, di nav hefteyekê de 2 operasyonên cuda kirin. Di operasyonan de 30 hezar heb 100 dolarên sexte û hezar û 440 heb dînarê 25 hezar ên sexte hatin bidestxistin. Di çarçoveya operasyonan de 10 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku polîsên Hewlêrê li dijî sextekaran 2 operasyonên cuda kirine.

Di operasyona ewil de 30 hezar 100 dolarên sexte hatin bidestxistin. Di çarçoveya operasyonê de 8 kes hatin binçavkirin.

Her wiha di opersyoneke din de jî hezar û 440 heb dînarên sexte yên 25 hezarî hatin bidestxistin. Di çarçoveya vê operasyonê de jî 2 kes hatin binçavkirin.

Bi van operasyonan di 20 operasyonên cuda de 100 kes hatin binçavkirin.

Berdevkê Polîsên Hewlerê Hogir Azîz got operasyonên me yên li dijî sextekaran wê dewam bikin.

Xwediyên dikanên ku dowizan dikirin û difroşin jî dibêjin me di nav xwe de hin tevdîr stendin. Sextekar nikarin me bixapînin. Lê belê bila welatî baldar bin.

Her wiha di sala 2018an de ji ber sexetekariyê bi tevahî 20 şikayet hatine kirin.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE