Li Hewlêrê pêşbaziya bîsîkletê

Pêşbazî ji Kolana Gulanê destpê kir û li Kelha Hewlêrê xilas bû û welatiyan eleqeyeke mezin nîşanê pêşbaziyê dan...

Li Hewlêrê pêşbaziya bîsîkletê

Li Hewlêra bajarê Iraqê ji bo zêdekirina hesasiyeta hawirdor pêşbaziya bîsîkletê ya navneteweyî hat lidarxistin.

Digel gelê herêmî biyaniyên ku li herêmê dijîn jî di nav de 350 bîsîkletvan beşdarî çalakiya ku ji aliyê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ve hat lidarxistin bûn. 

Pêşbazî ji Kolana Gulanê destpê kir û li Kelha Hewlêrê xilas bû û welatiyan eleqeyeke mezin nîşanê pêşbaziyê dan.

Ji rayedarên Ofîsa Hewlêrê ya IOMê Hêrîş Faîq Yasîn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Mirovên ku li herêma me dijîn piranî wesayîtên bimotor bi kar tînin. Wesayîtên bimotor hem qirêjahiya hawirdor zêde dike hem jî berî digire ku mirov bikarin hereket bikin û tenduristiya wan tehdît dike."

Yasîn diyar kir ji bo ku bikaranîna bîsîkletê zêde bikin û mirovan teşwîqê sporê bikin organîzasyoneke wiha lidarxistin û qal kir ku beşdariya zêde ew kêfxweş kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Kanûn 2018, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE