Hat ragihandin di şerê çekdarî yê li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê qewimî da 4 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin li Eşkewt Sekaya gundê Degela bajaroka Koysancaqa navçeya Hewlêrê ji ber zeviyê di navbera du malbatan da pevçûn çêbû.
Di şerê qewimî da ji malbatekê bav û du kurên xwe û ji malbata din jî kesek hat kuştin.
Hat gotin ku di heman şerî da 4 kes jî birîndar bûn.
AA