Li Hindistana herî zêde di bin bandora Kovîd-19ê da ma hejmara pêketiyan gelekî zêde bû, di rojekê da 386 hezar û 452 pêketî hatin tesbîtkirin û ev jî bû rekoreke teze.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 86 hezar û 452 pêketî hatin tesbîtkirin, ji ber vîrusê 3 hezar û 498 kes mirin.
Hejmara tevahiya pêketiyan derkete 18 milyon û 762 hezar û 976an, hejmara miriyan jî derket 208 hezar û 330 kesî.
Li 14 eyaletan hejmara pêketiyan ji 10 hezarî derbas bû
Li 14 eyaletên Hindistanê hejmara pêketiyan ya rojekê ji 10 hezarî derbas bû. Li gor eyaletan hejmara pêketiyan wiha ye: Maharaştra (66 hezar û 159), Kerala (38 hezar û 607), Uttar Pradeş (35 hezar û 104), Karnataka (35 hezar û 24), Delhî (24 hezar û 235), Tamîl Nadu (17 hezar û 897), Bengala Rojava (17 hezar û 403), Racastan (17 hezar û 269), Çattisgarh (15 hezar û 804), Andra Pradeş (14 hezar û 792), Gucarat (14 hezar û 327), Haryana (13 hezar û 947) Bihar (13 hezar û 89) û Madhya Pradeş (12 hezar û 762)