Li Hindistanê agir bi febrîqeyê ket: 43 mirî

Li Delhiya Nû ya paytextê Hindistanê ji ber agirê bi febrîqeyê ket 43 kesan can da...

Li Hindistanê agir bi febrîqeyê ket: 43 mirî

 Li Delhiya Nû ya paytexta Hindistanê febrîqeyek şewitî û 43 kes mirin.

Li gor agahiyên di nûçeyên çapemeniya herêmî da saet dora 05.30yî da agir bi febrîqeya qarton a 5 qatî ya ku li ser kolana Rêya Ranî Jhansî cih digirt, ket.

Ji ber ku rê teng bû tîmên agirkûjiyê bi zor û zehmetî mudaxaleyî şewatê kirin lê di wê navberê da 43 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Dîrektorê Xizmetên Tîma Agirkujiyê ya Delhiyê Atûl Gard destnîşan kir ku ji 50yî zêdetir xebatkarên ekîba agirkujiyê ji bo temirandina agir mudaxale kirin. Gard destnîşan kir ku heta saet 09.30yî 56 kesên ji ber dû heşê wan li serê wan nebû hatin dîtin û sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Der barê şewatê da jî lêpirsîn dest pê kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE