Li Hindistanê avahî tep bû: 10 mirî, 11 birîndar

Li Hindistanê avahî tep bû: 10 mirî, 11 birîndar

Li Hindistanê avahiyeke çar qatî hilweşiya û herî kêm 10 kes mirin, 11 kes birîndar bûn.

Li Thaneya herêma Mumbaiya paytexta Maharaştrayê serê sibê avahiyeke çar qatî hilweşiya.

Serokê Hêza Midaxaleya Afatê ya Neteweyî Satya Pradhan ragihand, di encama tepbûna avahiyê da herî kêm 10 kes mirin û 11 kes birîndar bûn.

Hat gotin ku ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ji bo ku 20 an jî 25 kesên di avahiya tepbûyî da mehsûr mane xelas bikin, dixebitin.

Li Hindistanê bi taybetî di heyama hezîran  û îlonê da ji ber baranên musonê avahiyên kevin timî hildiweşin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE