Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr geşedanên Kovîd-19ê

Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr geşedanên Kovîd-19ê

Li Çîna ku cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) lê derket, hejmara pêketiyan piştî 5 mehan cara ewil derket ser 100î, li Hindistanê daket binê 17 hezarî û li Koreya Başûr jî daket binê 500î.

Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da 103 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin ku 18 jê ji dervayî welêt in. Her wisa ji ber vîrusê tu kes nemir.

Li welêt piştî 5 mehan cara ewil hejmara pêketiyan a rojane derket ser 100î. Li welêt herî dawî di 31ê tîrmehê da 127 pêketî hatibûn tesbîtkirin.

Li Çînê heta niha 87 hezar û 536 pêketî hatin tesbîtkirin, 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 82 hezar û 229 kes jî baş bûn.

- Hindistan

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt di rojekê da 16 hezar û 311 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara giştî jî derket 10 milyon û 466 hezarî û 595an.

Her wiha li welêt 161 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 151 hezar û 198an, ya kesên baş bûn jî derket 10 milyon û 92 hezar û 909an.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre. 

- Koreya Başûr

Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr di rojekê da 451 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û hejmara giştî bi vê va derket 69 hezar û 114an.

Di 24 satên dawîn da 15 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 1140î. Her wiha heta niha 52 hezar û 552 kes jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE