Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr geşedanên Kovîd-19ê

Li Hindistanê, hejmara pêketiyan a di rojekê da ji ser 20 hezarî derbas bû ye, li Koreya Başûr piştî hejmara pêketiyan daket binê 1000î û li Çînê jî şewb bi awayekî bikontrol dewam dike.

Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr geşedanên Kovîd-19ê

Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketiyan a di rojekê da ji ser 20 hezarî derbas bû ye, li Koreya Başûr piştî hejmara pêketiyan daket binê 1000î û li Çînê jî şewb bi awayekî bikontrol dewam dike.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt di rojekê da 20 hezar û 21 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara giştî jî derket ser 10 milyon û 200 hezarî.

Her wiha li welêt 279 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 147 hezar û 901ê, ya kesên baş bûn jî derket 9 milyon û 782 hezar û 669an.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.

- Çîn

Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da 21 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 86 hezar û 976an.

Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 82 hezar û 3 kes jî baş bûn.

- Koreya Başûr

Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr di rojekê da 808 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û hejmara giştî bi vê va derket 57 hezar û 680yan.

Di 24 satên dawîn da 11 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 819an. Her wiha heta niha 39 hezar û 268 kes jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE