Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr rûdanên Kovîd-19ê

Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr rûdanên Kovîd-19ê

Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketî û miriyan ji 9 milyonî zêdetir bû, li Koreya Başûr rojane jimara pêketiyan 4 roj in ji 300î zêdetir e, li Çînê jî bi kontrol nexweşî dewam dike.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt 501 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 133 hezar û 227an.

Li welêt di 24 saetên dawîn da 45 hezar û 209 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derkete 9 milyon û 95 hezar û 908 kesan, heta niha 8 milyon û 521 hezar û 617 kes jî baş bûn.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.

- Çîn

Di daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da di 17 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 86 hezar û 431ê.

Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 81 hezar û 481 kes jî baş bûn.

- Koreya Başûr

Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr, li welêt di rojekê da 330 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara giştî ya pêketiyan derket 30 hezar û 733yan, di 24 satên dawîn da 2 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 505an.

26 hezar û 466 kes jî qenc bûne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE