Li Hindistana herî zêde di bin bandora Kovîd-19ê da ma di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 427 kes ji ber vîrusê mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 100 hezar û 636 pêketî hatin tesbîtkirin. Ji 4ê nîsanê vir va cara ewil e hejmara pêketiyan evqas kêm bû.
Di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 427 kes ji ber vîrusê mirin, ji 23yê nîsanê vir va rêjeya miriyan dakete asta herî kêm.
Hejmara pêketiyan bû 28 milyon û 909 hezar û 975, ya miriyan jî gihîşt 349 hezar û 186an.
Hejmara pêketiyan di 4ê nîsanê da ji 100 hezarî, di 15ê nîsanê da ji 200 hezarî, di 21ê nîsanê da ji 300 hezarî û di 30 nîsanê da ji 400 hezarî derbas bibû.
Hejmara miriyan di 28ê nîsanê da ji 3 hezarî û di 8ê gulanê da 4 hezarî derbas bûbû. Di 19ê gulanê da jî hejmara miriyan gihîştibû 4 hezar û 529an.
Pispor hişyariyê didin û dibêjin dibe ku hejmara mirî û pêketiyan ji vê zêdetir be.
- Hejmara aşiyên hatin kirin ji 232 milyonî derbas bû
Wekî mayîn ji 16ê çileya paşîn vir da 232 milyon û 790 hezar doz aşî hat kirin.
Li welatê ku serjimara wê nêzîkî 1,4 milyar e aşî hê nehat asta pêşîlêbirîna nexweşiyê.
AA