Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 128 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 152 hezar û 734 pêketî hatin tesbîtkirin. Di nav 50 rojên dawîn da cara ewil e ku hejmara pêketiyan evqas kêm bû,  ji ber vîrusê 3 hezar û 168 kes jî mirin.

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 128 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Hindistana herî zêde di bin bandora Kovîd-19ê da ma di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 128 kes ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 152 hezar û 734 pêketî hatin tesbîtkirin. Di nav 50 rojên dawîn da cara ewil e ku hejmara pêketiyan evqas kêm bû,  ji ber vîrusê 3 hezar û 168 kes jî mirin.

Hejmara pêketiyan bû 28 milyon û 47 hezar û 534, ya miriyan jî gihîşt 329 hezar û 100î. 

Hejmara pêketiyan di 4ê nîsanê da ji 100 hezarî, di 15ê nîsanê da ji 200 hezarî, di 21ê nîsanê da ji 300 hezarî û di 30 nîsanê da ji 400 hezarî derbas bibû.

Ji 10ê nîsanê vir va cara ewil e hejmara pêketiyan ji 150 hezarî kêmtir bû. Di 18ê gulanê da jî hejmara miriyan ji 4 hezar û 500î zêdetir bûbû ku ew jî kêm bû û dakete 3 hezaran.

Pispor hişyariyê didin û dibêjin dibe ku hejmara mirî û pêketiyan ji vê zêdetir be.

- Hejmara aşiyên hatin kirin ji 212 milyonî derbas bû

Wekî mayîn ji 16ê çileya paşîn vir da 213 milyon û 154 hezar û 129 doz aşî hat kirin.

Li welatê ku serjimara wê nêzîkî 1,4 milyar e aşî hê nehat asta pêşîlêbirîna nexweşiyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE