Li Hindistana herî zêde di bin bandora Kovîd-19ê da ma di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 207 kes ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 132 hezar û 788 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li Hindistanê hejmara pêketiyan bi tevahî bû 28 milyon û 307 hezar û 832 û ya miriyan jî bû 335 hezar û 102.
Ya balkêş ew e ku li welêt hejmara pêketiyan kêm bû lêbelê ya kesên dimrin hê kêm nebûye.
Hejmara pêketiyan di 4ê nîsanê da ji 100 hezarî, di 15ê nîsanê da ji 200 hezarî, di 21ê nîsanê da ji 300 hezarî û di 30 nîsanê da ji 400 hezarî derbas bibû.
Pispor hişyariyê didin û dibêjin dibe ku hejmara mirî û pêketiyan ji vê zêdetir be.
Dermankirina milyonek û 793 hezar û 645 kesan hê dewam dike.
- Hejmara aşiyên hatin kirin ji 218 milyonî derbas bû
Wekî mayîn ji 16ê rêbendanê vir da 218 milyon û 550 hezar doz aşî hat kirin.
Li welatê serjimara wê 1,4 milyar e aşî hê nehat asta pêşîlêbirîna nexweşiyê.AA