Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 964 kes ji Kovîd-19ê mirin

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku li welêt 964 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara tevahiyê miriyan derket 106 hezar û 490 kesî.

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 964 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 964 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku li welêt 964 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara tevahiyê miriyan derket 106 hezar û 490 kesî.

Di 24 saetên dawîn da li welêt 70 hezar û 496 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara nexweşan derket 6 milyon 906 hezar û 151ê.

Li welêt 5 milyon û 906 hezar û 69 kes jî ji vîrusê xilas bûn û pak bûn.

Li gor daneyên Worldometera agahiyên Kovîd-19ê herhev dike li dinyayê welatê rêza duduyan ê herî zêde lê nexweş hene Hindistan e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE