Li Hindistanê di lehiya ku perçeya berf û cemedê bû sedem da hejmara miriyan derket 14an

Li Hindistanê di lehiya ku perçeya berf û cemedê bû sedem da hejmara miriyan derket 14an

Li Hindistanê berf û cemeda Dêwa Nandayê şikest û perçeyek jê qetiya û ket Çemê Dhauligangayê û bû sedema lehiyê ku heta niha hejmara miriyên ji ber vê lehiyê derket 14an.

Peywirdaran destnîşan kir, lehiya ku di wê encamê da çêbû ku li herêma Chamoli ya li eyaleta Uttarakhandê perçeya berf û cemedê ji çiya qetiya û hat ket Çemê Dhauligangê, zirar da du projeyên santrala hîdroceyranê û her wiha gelek wargehan.

Peywirdaran diyar kir, piştî ku cesedên 11 kesan jî hatin derxistin, di lehiyê da hejmara miriyan derket 14an, xebatên lêgerînê yên ji bo herî kêm150 kesên wenda jî didomin.

Peywirdarên polêsê Chamoliyê diyar kirin, piraniya kesên wenda, xebatkarên projeya santrala hîdroceyranê ne û her wisapiştî lehiyê 15 kes hatin xilaskirin.

Hêzên Asîmanî yên Hindistanê ragihand, xebatên lêgerîn û xilaskirinê ji hewa va didomin.

Li Uttarakhandê sala 2013an di hezaz û lehiyên ji ber barîna baraneke zehf zêde da zêdeyî 1000 mirovî miribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE