Li Hindistanê di rojekê da 940 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

 Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 940 kes mirin.

Li Hindistanê di rojekê da 940 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 940 kesên din jî mirin, hejmara kesên ji ber vîrusê mirin ji 101 hezarî derbas bû.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat destnîşankirin ku bi mirina 940 kesî ra herjmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derkete 101 hezar û 782yan.

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 75 hezar û 829 kesên din jî bi Kovîd-19ê ketin, hejmara pêketiyan derkete 6 milyon û 549 hezar û 373yan.

Li welêt heta niha 5 milyon û 509 hezar û 966 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera agahiyên Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara waqieyan va li dinyayê di rêza 2yan da cî digre.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE