Li Hindistanê di rojekê da 986 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 72 hezar kesên din jî bi Kovîd-19ê ketin, hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 757  hezar û 132yan.

Li Hindistanê di rojekê da 986 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 986 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat destnîşankirin bi mirina 986 kesan va herjmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirine derkete 104  hezar û 555an.

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 72 hezar kesên din jî bi Kovîd-19ê ketin, hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 757  hezar û 132yan.

Li welêt heta niha 5 milyon û 744 hezar û 693 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.

Li gor daneyên malpera "Worldometer"ê ya agahiyên Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara waqieyan va li dinyayê di rêza 2yan da cî digre.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE