Hat ragihandin li rojavayê Hindistanê di lehiyên ku ji ber barana zêde rabûn û hezazên çêbûn da herî kêm 100 kesî can da.
Rayedarên herêmî di daxuyaniyên berê da hejmara miriyan 47 nîşan dabûn û ragihandin ku di hezazên li eyaleta Maharaştrayê çêbûn da hejmara miriyan derket 100î û herî kêm 30 kes jî winda ne.
Serokwezîrê Hindistanê Narendre Modi di daxuyaniya weşand da diyar kir ku ew li ber kesên can dane ket û ji nêz va jî rewşa eyaleta Maharaştrayê dişopînin û ji bo mexdûran jî alîkariyan dikin.
Hat ragihandin ku li Maharaştra û eyaletên din ji ber baranên zêde yên musonê hezaz çêdibin û bi hezaran mirov dorgirtî mane.
Hat destnîşankirin ku ji bo texliyekirina mexdûrên li eyaleta Maharaştrayê ekîbên xilaskirinê yên Sîtola Hindistanê dixebitin.
AA