Li Hindistanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê rojane di ser 400 hezarî da ye

Li Hindistanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê rojane di ser 400 hezarî da ye

Li Hindistana ku ji wan welatan e cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) herî zêde lê tesîr kiriye, di 24 saetên dawîn da 403 hezar û 738 pêketî hatin tesbîtkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hindistanê, 24 saetên dawîn 403 hezar û 738 pêketî hatin tesbîtkirin û her wiha 4 hezar û 92 kes jî ji ber Kovîd-19ê mirin.

Li Hindistanê bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 242 hezar û 362yan û ya pêketiyan jî derket 22 milyon û 296 hezar û 414an.

Li welêt her wiha hejmara nexweşên ku tedawiya wan didome jî derket 3 milyon û 736 hezar û 648an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE