Li Hindistanê ji ber barana gur 24 kes mirin

Li Hindistanê ji ber barana gur 24 kes mirin

Li Keralaya eyaleta Hindistanê ji ber barana gur 24 kes mirin û bi dehan kes jî winda bûn.

Li gor nûçeya Hindustan Timesê li eyaletê piştî barana gur lehî û hezaz çêbû.

Di vê felaketê da 24 kes mirin û bi dehan kes jî winda bûn.

Departmana Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) daxuyand îro li 11 navçeyan baraneke gur wê bibare û hewayê nebaş be.

Hat daxyuyandin li qeraxên Kerala, Karnataka û Lakshadweepê îro heta saet 23.30yî di behrê da med û cezir wê çêbibe.

Serokwezîrê eyaleta Keralayê Pinarayi Vijayan daxuyand şaxa rewşa hewayê hişyarî da ku hewa wê heta 21ê cotmehê li Keralayê xirab be.

Li Keralayê di sala 2018an da ji ber barana gur û lehiyê 223 kes miribûn û bi sed hezaran kesî terka malên xwe kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE