Li Uttar Pradeşa eyaleta Hindistanê jinek ji ber ku dijî pergala kastê zewicî ji hêla eqrebayekî xwe va hat kuştin.
Li gor nûçeya Press Trust of Indiayê li gundê Ichhwapur Garhiya li ser eyaleta Uttar Pradeşayê jineke bi navê Anju ya 23 salî ji hêla eqrabeyekî xwe va hat kuştin.
Polêsan daxuyand jinik bi darê krîketê va hatiye kuştin û kujer hatiye girtin.
Hat ragihandin jinij 8 sal berê reviyaye û bi yekî ji ne kasta wê ye ra zewiciye, par jî ew û mêrê xwe vegeriyane gundê xwe.
Li Hindistanê her sal gelek kes ji ber ku ji dervayî kasta xwe dizewicin tên kuştin.
AA