Li Hirvatistanê bi lerza 5,3yan erd hejiya.
Erdhej li paytext Zagrebê çêbû û di erdhejê da zarokek giran birîndar bû û tevî zarokê gelek kes li nexweşxaneyê tedawî dibin.
Erdhej li gor saeta herêmî di 06.23yan da çêbû û li Zagrebê avahiyên dîrokî di serî da di gelek mal û kargehan da xesar çêbû.
Şaredarê Zagrebê Milan Bandic jî diyar kir ku kûleya başûr a Katedrala Zagrebê ya dîrokî xesareke mezin hilda.
Ji Wezareta Tenduristiyê Maja Grba Bujevicê jî bi bîr xist ku talûkeya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derbas nebûye û bang kir, kesên ji ber erdhejê dertên derva bira nêzîkî hevdu nebin.
Li paytextê erdhejên zêdebar dewam dikin û perçeyên ku ji avahiyan ketin, li wesayîtan ketin û zirar da wan.
Hat ragihandin ku li Zagrebê xebatên xelaskirinê dewam dikin.
AA